Li kêleka avahiya MÝT-ê hestî hatin dîtin
Nivîskar: rizgarionline Di: 08.05.2009 Sehet: 10:41
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Li Bazîda navçeya Agirî, lê kêleka avahiya MÝT-ê, dema temelê înþaetekê dihat kolandin, di binê erdê de, bi jimarek zêde hestî û cot ek solên þewitî hatin dîtin. Li ser haydarkirina xwediyê eraziyê, dozgeriyê li vê derê lêkolîn da destpêkirin. Eraziyê li kolana “Sarýgöl” ku ev demek bû 2 donimê wê ji aliyê leþkeriyê ve dihat bikaranîn, bi biryara dadgehê li Ahmet Alkan hatibû vegerandin. Doh, dema ku makîneyên kar li eraziyên kêleka avahiya MÝT-ê de dixebitîn, rastî gellek hestî yan hatin.
Piþtî ku xwediyê eraziyê xeber da meqamên fermî, kolandin ji aliyê polêsan ve hate sekinandin. Li gor ajansên tirk, Dozgeriya Komarê ya Tirk li ser vê yekê lêkolîn daye destpêkirin. Hestî û pêlavên di binaxê de hatine dîtin, ji aliyê dozgeriyê ve hatine nimarekirin û xistine poþetan. Ev hestî, piþtî ku li Bijîjkiya Dadî li ser bê xebitandin, wê bên eþkerekirin ka gelo hestiyê însana ne, an jî yên heywana ne. Tê ragihandin ku, wê rayedar li ser vê yekê di rojên pêj me de daxwuyaniyekê bidin.
Piþtî ku nûçe li derûdor bela bû, Serokê DTP-ê yê navçeya Bazîdê Yusuf Sögüt, Endamên Meclîsa Þaredariyê û bi jimarek zêde parêzerî ve, ev xebat ji nêzîk ve þopandin.
RO/Zilan Dersim
Wergera KUrdî/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 519 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |