Li Mêrsînê tirk û ereb bûn yek, êrîþ birin ser kurdan!
Nivîskar: rizgarionline Di: 06.01.2010 Sehet: 12:13
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online / Doh li bajarê Mêrsînê ji ber sedemek ku hîn nayê zanîn, di navbera xwendevanan de pevçûnek qewimî. Þerê ku di destpêkê de di navbera du xwendevanên kurd û xortek Mêrsînî de derketî, dûre bi hevkariya tirk û ereban vegeriya lîncek li hember kurdan.
Dema gengeþiya di navbera her sê xwendevanan de berdewam bû, li derûdor hate gotin ku, ’’zarokên kurdan li yê tirkan dane’’. Li ser vê bangê, di demeke kurt de bi sedan tirk û ereb civiyan û êrîþ birin ser kurdan. Malbatên xwendevanên tirk û ereb piþtî ku hatin dibistana bûyer lê qewimî, xwestin xwendevanên kurd lînc bikin. Bi pêhesîn û hatina kurdan a cihê bûyerê jî, þer mezintir bû .
Di encama bûyera ku li taxa Kazanlý ya girêdayî navçeya Akdeniz ya Mêrsînê qewimî de, 6 kes birîndar bûn û 15 kes jî hatin binçavkirin. Di pevçûnê de, herweha dar û kevir jî hatin bikaranîn û malbatên tirk û ereban sloxanên wek ‚’’Bimre PKK’’ û ’’Bila Kurd ji vir herin’’ avêtin. 4 birîndarên ku rewþa wan giran bûn, rakirin nexweþxaneyên dewletê yên Mersin û Toros’ê. Xwendavanên kurd, ku li dibistanê asê mabûn, dûre li wesîteyên polêsan hatin suwarkirin û ji cihê bûyerê hatin dûrxistin.
Rizgarî Online/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 518 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |