Şemdin Sakık dixwaze ’’şêwirmendiya’’ dewletê bike
Nivîskar: rizgarionline Di: 28.07.2010 Sehet: 11:48
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Şemdin Sakık’ê ku demekê fermandareke binavûdeng yê PKK’ê bû û bi qodnavê "Parmaksız Zeki" dihate naskirin, niha dixwaze bibe ’’şêwirmendê’’ dewletê. Sakık, ji bo vê yekê, serî li ’’Şêwirmendiya Ewlekarî û Pergala Dewletê’’ da û xwest ’’şêwirmendiyê’’ bike.
Şemdin Sakık, daxwaznameyek ji vê dezgeha ku di bin berpirsiyariya waliyê Stenbolê Muammer Güler de ye şand û xwest wek qadroyek ’’şêwirmend’’ bixebite. Sakık’ê ku ev 12 sal e li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê radizê, raporeke 44 rûpelî ku ji pêşniyaran pêk dihat jî, ji heman dezgehê re şand.
Li gor nûçeya rojnamevanê Takvim’ê Zafer Şahin, Sakik, di rapora xwe de daye zanîn ku, haya wî ji her tiştê ku li ’’Bakûrê Îraqê’’ diqewime heye û dixwaze van agahiyên xwe bide unîteyên îstixbaratê. Sakik, herweha diyar kiriye ku, ew dikare li ser mijarên wek ’’vebûn’’, poşmanî û pirsa kurd nêrînên xwe bi rêya telekonferansê ji girtîgehê bigihîne dezgehên têkildar yên dewletê.
RO/Zilan Dersim
WK/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 269 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |