Li Þirnexê topa hawanê avêtin nav 3000 kesî…
Nivîskar: rizgarionline Di: 28.07.2010 Sehet: 15:11
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Li Elkî ya navçeya Þirnexê, dema ku xelk ji festîvala berxbir vedigeriya, hêzên ewlekarî yên dewletê topên hewanê avêtin nav girseya gel. 3 hezar kesên ku ji festîvalê vedigeriyan, ji niþka ve laqayî kontrola leþker û tîmên hereketa taybet hatin. Hêzên ewlekariyê û tîmên taybet, xwestin yeko yeko li nasnameyên xelkê binêrin û bi saetan ew dan sekinandin. Li ser vê yekê, xelkê bi dar û beran êrîþî wesîteya qeymeqamê Elkê, Soner Karataþoðlu kirin.
Þaredarê Elkê yê BDP’yî Yusuf Temel, ragihand ku, festîvala berxbir doh li nêzîkî Çiyayê Qato li Zozanê Laleþê bi dawî bûye û li vê derê hêzên ewlekarî yên dewletê topên hewanê avêtine nav 3000 kesên sivîl.
Þaredarê Elkê, Temel, li ser bûyerê ev agahî da DHA’yê: ’’Ferqa vê peyikandinê û demên OHAL’ê ji hev nemaye. Her wesîteya ku ji cihê festîvalê vedigeriya hate sekinandin û kêmtirîn 20 deqîqe dihate kontrolkirin. Nasnameyên zarokên 5-6 salî jî dixwestin. Heta ku nasnameyên wan nedihat destûr nedidan ku wesîte birêkevin. Li serê çiyê çawa meriv dikare nasnameyên zarokên 5-6 salî peyda bike?. Dema ku me xwest em bi qeymeqam re biaxifin, me dît, Bînbaþîyek, tîmên hereketa taybet û leþker tevî çekên xwe derketin meydanê. Hêzên ewlekariyê dûre qeymeqam birin. Piþtî ku qeymeqam çû 2 caran topa hawanê berdan nava xelkê. Topên hawanê 100 mêtro li nêzîkî cihê festîvalê ketin…’’
RO/Cemil Süphan
WK/Yado Ciwan Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne 226 car hatiye xwandin.
|
|
| |


 |