Hin ronakbîrên Kurd yên Rojhilatî civiyan
Dem: 17.05.2008 Sehet: 12:24
Sernivîs: Nûçe & Þîrove (Kurdistan)


Rizgarî Online/ Urmîye- Hin ronakbîrên Kurdên Rojhilat di Navenda Ehmedê Xanî de civîyan. Ev civîn ji demjimêr 2- 6 bi beþdarîya xwendevan, mamoste û helbestvanên Kurd pêk hat. Di vê kombûnê da Celal Melekþa, helbestvanê navdarê kirmanþahî, Ezîz Kêyxosrevî jî hebûn.

Du xwendekarên Zanîngeha Têhranê yên lîsansa bilind (MA) jî axaftin kirin. Îsa Îsazade, xwendekarê mafên mirov li ser girîngiya vê mijarê li nêrînên feylesofên wek Hobbes, Locke ve gengeþî kir. Piþtre xwendekar Kave Puladî jî nerînên zanistî li ser girîngiya mafên mirov, hîkariya wê ser pêþveçûna civata mirovahî peyivî û balê kiþand ser têkiliya vê mijarê û mafên gelê Kurd.

Di vê holê da navbera mamostan û xwendekaran da gelek pirsiyar û bersiv hatin kirin.

Navenda Ehmedê Xanî li bajarê Urmiyê li Meydana Mader (dayik) de ye û berê þeþ salan hatiye damezirandin. Vê navendê heta niha di warên weþandin, þano û ziman de gelek çalakî kirine . Þilêr Emrahnijad jî li wê her roj dersa zimanê Kurdî (Kurmancî) dide.
Govara Xatûn, taybet bo jinan ji aliyê vê navendê ve dihê weþandin .

Elî Belxkanlû/ Urmîye





Navnîşana malpera vê nûçeyê: Rizgari
http://www.rizgari.com

Navnîşana vê nûçeyê:
http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=13633