Xwendevanên Kurd yên zanînegehên Rojhilat û kurdperwerî!
Dem: 13.07.2008 Sehet: 01:07
Sernivîs: Nûçe & Þîrove (Kurdistan)


Elî Belxkanlû/ Dema ku mirov dikeve nav hewþa zanîngehên Îranê, þaþ dimîne ! Çep û rast, her alîyan ku dinêrî, xwendevan bi kurdî diaxifin, yanê di nêrîna destpêkê da , mirov dibêje qey ev zanîngehên kurdî ne. Gava ku bi wan ra diaxifî, mêjîyê mirov lê dibe dew û li tev û li hevîyê serêþê digire. Di axaftinên wan da hin tiþtên balkêþ hene û hin tiþt jî bixwe dîyar in:

1- Di beþên zanistên mirovahî wek civaknasî, ramiyarî, maf, rewannasî, perwerdeyî, dîrok, … da li gorî axaftinên berpirsyarên dewletê jî, hejmara xwendevanên kurd ji fars û tirkên azerî jî pirtir e, yanê di hin kilasên dersê da %80 xwendevanan kurd in, lê di beþên têknîkî, fîzîk, matêmatîk,…da hejmara tirkên azerî û farsan pirtir e .

2 - Gava ku bi kurdî ( soranî ) diaxifin, xwedê nîþan nede, ji weþeyên ku dixebitînin piranî farsî ne . Fars û tirkên azerî vê kurdî ya "xwendevanî" têdigihên. Ku tu bi wan ra kurmancî dipeyivî, qet tênagihên û piranî jî, mixabin, hez nakin û hin caran jî dibêjin: kurmancî nêzî bi tirkî ye, yanê nezan nezan di gavekê da dibin zimannas û têorîyan didin ! Xwe ji her kesî sertir dizanin, di kurdperwerîyê da jî tu kesî napejirînin. Ev kurdperwer dibêjin: parêzgeha Îlamê û kirmaþanê ne kurd in çûn ku ew þîî ne !

Yanê cudayîya navbera netewe, ol û dîn jî ji holê radikin. Ev yek, mixabin gelekî kûr û berfireh bûye û gelek kurdên Kirmaþanî û Îlamî hêdî hêdî ber bi fars bûnê çûne.! Ev xwendevanên "kurdperwer" hêjî bi temamî nizanin di kîjan navçeyên Îranê da kurd dijîn; tenê navçe ya xwe dibînin .her dema ku ez xwe wek kurdê Mewkê ( Makû ) didim nasandin devê wan jev dimîne û dibêjin: "Xo kake gîyan, Makû ko turk e". Hê nizanin ku di Selmas, Makû, Xoy, Urmîyê da kurdên kurmanc dijîn .

3- Min li ser hejmara xwendevanên kurd li hemberî tirkên azerî got lê ku çalakîyên wan datînî berhev bi rastî girîyê mirov tê. Tirkên azerî bi eþkereyî di sinîfan da li ser mafên xwe diaxafin, govarên wan zû bi zû tên çap kirn wêne yê gurê gewr "bozkurt" li ser rûpelên govarên wan da eþkere ne, di rojên taybet da dest didin destên hev û bi cidîyet karên xwe dimeþînin heta ku fars jî destên wan tên zarê. Lê xwendevanên kurd, ji bilî hindekan vik û vala navê kurdî li ser xwe dikiþînin û di rojên wek "Helebce" da hin bernameyan pêk tînin.

Para ku xwendevan di civakê da dilîzin gelekî girîng e, lê mixabin yên kurd vê yekê nakin. Hêjî di nav wan da navçebazî heye: wek mînak, yên Merîwanê Mihabadîyan napejirînin, evan jî Kirmaþanîyan red dikin û....

Xwendevanê zimanê firensî ( M.A. )

Zanîngeha Têhranê






Navnîşana malpera vê nûçeyê: Rizgari
http://www.rizgari.com

Navnîşana vê nûçeyê:
http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=14377