
Ûnîversîteya Bilgi doh bi awayek fermî dest bi dersên kurdî kir
Dem: 19.02.2009 Sehet: 11:39 Sernivîs: Nûçe & Þîrove (Tirkîye)
Rizgarî Online / Li Tirkiyê cara yekem zîlê dersan herçiqas derengmayî be jî, li hember asîmîlasyona nijadperestiya-kemalîst, ji bo zimanê kurdî lêxist. Doh, li Ûnîversîteya Bilgi, bi awayek fermî dest bi dayîna zimanê kurdî hate kirin. Li gor nûçeya Tuðba Tekerek'a rojnamevana Taraf'ê ev agahî tên dayîn: "Xwendevanên tevlî dersa kurdî bûne û mamoste Ronahî Önen dane xwûyakirin ku, "heta beriya çend salan, xeyalkirina vê yekê jî ne mimkûn bû, lê îro bûye perçeyek rastî a vê xewnê."
Xwendevanek kurd, li ser sedemê bêþdarbûyîna xwe ya dersên kurdî weha diaxife:" Ji ber ku ez þerma 'zimanê dayîka xwe nizane' ji holê rakim, têm dersên kurdî". Herweha, xwendevanek tirk jî, hestên xwe weha dide eþkerekirin: "ji ber ku ez bi cîranên xwe yên kurd re bikevim danûstandinê, min serî li dersên kurdî daye."
Xwendevanek din dibêje ku "îdeolojiya fermî bi salan digot: "kurd tûne ye". sedemê hatina min, reaqsiyona li hember vê dîtinê ye û ji ber vê yekê dixwazim kurdî fêrbibim."
Ji zimanek 'çêkirî' ber bi fermîyetê ve..
Xwendevanê ku xwediyê daxwaznameya ji bo li ûnîversîteyan dersên kurdî bê dayîn, Sinan Erçin'ê þagirtê çîna dawîn ya Beþa Têkiliyên Navnetewî jî, tevlî van dersan dibe.
Erçin'ê ji gûndê Aþaðý Yorgancý'ya Wanê diyar dike ku, "fermîbûna kurdî, wê piþtgirî bide aþitiyê û hestên kurdan yên aîdiyeta vî welatî zexmtir bike."
Herweha Erçin, dibê je ku :"dema ew li dibistana navîn bû, mamoseyê wî yê dersa 'Zanîna Hemwelatîyê'-Vatandaþlýk Bilgisi, ji bo kurdî peyva 'zimanek çêkirî' bikardianî".
Erçin, bîranînek xweyî din jî weha tîne ziman: "Polêsan, di deftera xwendevanekî de, helbestek kurdî dîtibûn û ew rûpel bi hêrs çirandibûn û bi xwendevan dabûn cûtin û daqûltandin."
RO/Cemil Süphan Wergera Kurdî/Yado Ciwan
|
|